Kurdî

Roja 19ê Sibatê xwepêşandanek tê lidarxistin û saet di 16.00an da ji Pirtûkxaneya Heidelbergê dest pê dike û saet di 19.00an da li Marktplatzê diqede.

Derfet heye ku, mirov dikare li ser erebeyeka ku megafon li ser heye sîwar be.
Heke hûn dixwazin ji bo vê yekê xwe qeyd bikin ya jî bi alîkarîyeke taybet pêwîstîya we hebe, bi me ra têkevin têkilîyê!

“Bündnis Erinnern Verändern” însîyatîfeke civakî ya sivîl e, ku li Almanyayê li dijberî nijadperestîyê û tundrewîya rastgir xwedî helwesteke biryardar e. Ev kom ji bo endamên rêxistinên cuda û kêsen ji Heidelbergê, yên ku jixwe dijî nîjadperestîyê ne û yên ku dixwazin bibin dijberê nîjadperestîyê.

Em tevgereke civakî ya serbixwe ne û tekoşîna me li dijberî nijadperestîya sîstematîk û tundrewîya rastgir a li Almanyayê û karê me yê herî sereke jî ji bo perwerdeyîya li dijberî nijadperestîyê ye. Sedem vê yekê em xwe wek endamên bênav bi nav dikin û bi yekitî tevdigerin.

Skip to content